Forum Linguistik berhevokeke berhemên zimannasî yên nivîskarên cihêreng e.
Kurmancîaxêvên ji Tirkiye, Sûriyê û Iraqê dikarin li vir berhemên fêrkirinê yên bingehîn bibînin, da ku alîkariya zarokên xwe bikin ku fêrî xwendin û nivîsandina bi zimanê dayîkê bibin.
Kurdên ji Qafqazya Başûr dikarin bi van dersan xwendin û nivîsandina zimanê xwe bi alfabeya kirîlî û latînî baş fêr bin. Herwiha Vîdyo jî berdest in.
Di nav berhemên bi zazakî de mijarên rêzimanê, gotarên zanistî-zimannasî, ferhengokek, berhevokeke çîrokên gelêrî yên Çermikê û vegotineke mirovnasiyê hene. Ew berhemên ji hêla Terry L. Todd, Roşan Hayig, Eberhard Werner û Brigitte Werner ve hatine amadekirin.
Tevahiya berheman dikarin werin dabarkirin, lê tenê ji bo mebestên kesane ne (ji bo agahiyên bêtir ji kerema xwe daneyên weşangêr bixwînin).